08 01 2018

bêndera çandê - 138/143

138. sal du hezar û hijdeh miladî: 2018 hîcrî: 1440 rûmî: 1425-26 kameriye: 1430-31 şemsiye: 1388-89 museviye: 5770-5771 çînî: sala kuçikan kurdistanî: sala hêvî û baweriyan 139. weke nimûneyeke youthquakê: chalak events ferhenga navdar ya oxfordê weke peyva salê ‘youthquake’ hilbijart û bi awayekî hêz û bandora nifşê milyenyumê pesend kir. peyva 'youthquake' ji pevcivîna peyvên earthquake (erdhej, lerizîn) û youth (ciwanî, gêncîtî) pêk tê. wateya xwe ya nû veguherînên çandî, hunerî û siyasî ya ku ciwanên bi tevger û xwedan nifûz pêk tînin. endamên chalak events youthquake ne, chalak kelecaneke nû, dezgeheke nû, şîroveyek nû, henaseyeke nû ye, tecrûbeyeke nû ye a sosyalîzasyonê ye. 140. dema ku dostoyevskî cinan (ecinniler) nivîsiye, ji bilî romana esil 400 rûpelên ku di romanê de bikar neaniye jî nivîsiye. * tolstoy şer û aştî (savaş ve bariş) tam heşt caran ji nû ve nivîsiye û hêjî roman ji vir de wir de sererast dikir. * bi kurt û kurmancî nivîskarî ne ji nivîskarên din tê hînbûn. belê, dibistana nivîskaran pirtûkên baş bi xwe ne. 141. heta çendakî berê ji bo ku hecî ava nemiriyê vexwin diçûn çemê ganjê yê li hindistanê. mixabin, êdî ew av mirovan dikûje. li rû hewatê yek ji çemên herî qirêj ganj e êdî. yên ku ava ganj&eci... Devamı

19 11 2017

bêndera çandê - 131/137

131. kevneşopiyeke nivîsandinê: îthaf îthaf (sunu, adayiş)  pêşkeşkirin ango xelatdayîna bo kesekî an bo çend kesan. weke termeke edebî îthaf, diyarîkirina nivîskar an jî şaîrek bêyî ku li beranberî wê tiştekî hêvî bike, bi tenê bi mebesta nêzîktêdayîneke hezkirinê, evînî û manewî ye. di edebiyata trikî de cara ewil bi vatan yahud silistre (1873) ya namik kemal ev kefneşopiyê dest pê kiriye. hin kes jê vê kevneşopiyê dibine heta bi dema nivîsandina kutadgu biligê (1069) nivîskarên kurd bi piranî berhemên xwe diyarİyî dê û bavê xwe, dapîr û bapîrên xwe, herwiha mamosteyên xwe ango kesên ku wan bi ser nivîsê de dehf danê de îthaf dikin. 132. hin îthafên xweş û balkêş diyarî; / ji bo kulîlka ji dara dê û bavê min; / xwişka min necla arjen arî, payîza peyvê * ji wan morîyan re / dema ku li rêyan li helbestê difikirîm û bûme kujerê wan emin kaya, akvaryum konuşkani * ji bo bavê min john fante. spas bo te dêqahbê muhteşem! dan fante, bir taksicinin los angels hikayeleri 133. pir zimanî ango zimanek cîhanek e. di dîrokê de poliglotê (pirzimanî) ewil kralê pontusê mithradades e (b.z. 132-63). mothersdades dikaribû bi zimanê 22 grûbên etnîk ên di bin hikûmdariya xwe biaxive. di dema îro yek ji  mirovên ku herî zêde bi zimanan dizane zimannasê belçîkî johan vandewalle ye. johan  vandewalle bi 35 zimanan ... Devamı

25 10 2017

Hevpeyvîn, “Blogan ji bo kurdî deriyekî nû vekir”

SPOT: Di qada sanalê de blog ji platformên din cuda ye ku ev platform zêdetir bala xwendekar, lêkolîner û kesên elaqadarî xwendin û nivîsê dikişîne. Ji ber sedemên cûr bi cûr blogên cuda tên vekirin. Yek ji van kesên ku blogek vekiriye û dinivse jî Mevlut Oguz e. Bloggerê Kurd Oguz jî dibêje, “Ez xwe di nivîsê de dibînim, xwe bi nivîsê dibînim û bi qasî ku dixwînim û dinivîsim heme.”  Berfo Gilîdax* Bi çêbûna qada sanalê re gelek cûre malper jî avabûn û yek ji van blog û bloggeri ye. Blog wek malperekî ye û yên ku dixwazin ji xwe re blogê vedikin li ser bûyer, rewş, nûçe, hevpeyvîn, nêrîn, lêkolîn û dîsa li ser gelek cûre mijaran dinivîsin û parvedikin. Di vê qadê de Kurdan jî cihê xwe girtine û digirin û yek ji kesê xwedî bloga şexsî a bi Kurdî Mevlut Oguz e ku bloggerê Kurd di sala 2011an de bloga xwe vekiriye. Oguz derbarê blog û blogeriya Kurdî de ji Heftenameya Basê re axivî. “Ji ber rewşa heyî blog gihaşt hewara me”  Blogger Mevlut Oguz ji Heskîfa Batmanê ye. Li Zanîngeha Firatê ya Elezîzê di beşa dîrokê de lîsans û master kiriye, di ber re jî edebiyat xwendiye. Ji bilî bloga xwe ya şexsî, di kovar, rojname û malperên Kurdî de helbest, kurteçîrok, werger û nivîsên wî weşiyane. Ji 2006an û vir ve li Stenbolê dijî û niha weke edîtor dixebite. Oguz ewilî derba... Devamı

02 10 2017

bendê çandê - 125-130

125. rock'n'rol, ferhengoka rockê, anektodek û playlistek rock: yek ji cûreyên mûzîkê ye. bi gelemperî bi eloktro gitar, bas gitar û daholan; biserî hejandin (headbanging) û qîrewîreke bilind tê îcra kirin.  muzîka rockê serê pêşî, li gorî guhdarvan û îcrakarên we û her wiha li gorî daxwaz û rengên jiyana wan dirûv giriye. ji ber ku di salên 50î de guhdarvan ten-ager (13-20 salî) bûn, daxwaz û mijara stranan bêhtir li ser otombêlan, partiyên şêt û şeyda, dans û evînê bûn. bi demê re temenê guhdarvanan û daxwazên wan guherîne û êdî bêhtir kesên nîsbeten xwende û zana guhdariya rockê kirîne. teb’en stran û gotinên stranan jî guherîne; tevî mijarên dilîniyê, mijarên weke şer, şerê vietnamê, tehdîda nukleerî ûwd. mijarên protest û navnetewî ketine rockê de. bis: di dawiya konseran de guhdarvan naxwazin konser biqede lewma pir dixwazin hunermend careke din derkeve ser sehnê, ger li ser sehnê bê dixwazin straneke din bibêjin. ji vê rewşa ku hunermend li ser rica û daxwaza beşdarvana dertên sehnê re ‘bis’ tê gotin. asas bi piranî di ‘bis’an de dê çend stran bêne gotin, kîjan stran bêne îcra kirin, ji berê de diyarkirî ne, hetta guhdarvan jî vê yekê dizanin jî lê dîsa jî kêfa wan tê, heçku wan ew îkna kirine û bi vê yekê... Devamı

03 09 2017

bêndera çandê - 118/124

118. referandûma serxwebûna kurdistanê 25ê vê mehê malum referanduma serxwebûna kurdistanê heye. gelê başûr dê biçe ser sindoqan û biryara xwe bide bê ka serxwebûnê dixwaze an na. ez weke kurdekî bakur, weke xwendevan û bloggerekî kurd vê biryarê gelek gelek girîng û tarîxî dibînim. heke dengekî min hebûya teqez dê belê bûye. çimkî serxwebûna xewn û xeyala bav û kalên me bûye. serxwebûn xwen û xeyala me ye jî. bere bajarek be, bere gundek be, bere yê me, bere serbixwe be.. lewma bêyî ku dudilî bimînim dibêm “belê” belê, belê hezar car belê. bo serxwebûna kurdistanê belê. kurdno merdino.. pir xweş e serxwebûn..   119. 15. bienala stenbolê bienala îsal a ku bi navê “cîranekî baş” tê li dar xistin û kuratoriya wê hunermend elmgreen & dragest dikin 16ê îlonê dest pê dike heta 12ê cotmehê dê dewam bike. bienala stenbole yek ji girîngtirîn balkêştirîn bienalên dinyayê ye. hemû çalakî belaş in û ji  tevahiyê gel re vekirî ne. mekanên bienalê ev in û nêzîkî hev in: istanbul modern, galata özel rum ilkokulu, pera muzesi, ark kultur, küçük mustafa paşa hamamı û sanatçı sutudyosu ne. di bienala ku li van mekanên navborî  tê li dar xistin de, tevî pêşangeh, bernameyên filman, panel û gutugo jî hene. * bo agahiyên berfirehtir , bo destpêkê hu... Devamı

07 08 2017

bêndera çandê -111/117

111. gênco ali kemal çinar derhênerkî ku li amedê dijî. em wî ji filmên ''kurtefilm'' û ''veşartî'' ûwd. nas dikin. senaryoyên xwe ew dinivîse, filmên xwe ew dikşîne û serlehengiya wan ew dike. dîsa ji ferdên malbata xwe lîstikvaniyên baş derdixe.  bi butçeyên piçûk karên fewqalade dike. karê dawî ê ali kemal gênco ye: gênco 35 sali ye, şirîkê tekane cafe-restorana vejeteryen a li amedê ye, rewşa wî ya aborî ne baş e, tengezar e û lewma ji mal dernakeve.  ji aliyê din ve hêzên wî yên taybet hene lê ev hêz bi sînor in û ev hêzên bisînorî gelek caran dike ku ew têkeve rewşeke komîk. mesela carekê alikariya malbateke dike; malbat li ber derî maye û dikin nakin derî venabe, gênco bi hêza xwe derî ji wan re vedike lê ji dêvla ku gênco ji wir bifire an jî bitirûse (işinlanmîş bibe) bi asansorê dadikeve xwarê. ali kemal bi gênco ew îmaja super/ultra super qehremanan ku em ji mêj ve hînbûne serobino dike. ali kemal bêyî çêr û sixêfan, bêyî henek û laqirdiyên sunî û pêknehatî, bi mîzaheke xweserî xwe (nevi şahasina munhasir) yekî dikenîne. ev yek aliyê herî serkeftî ê fîlmî ye. ez bi meraq li benda îşên din ên ali kemal im. 112.  min ji arjen arî pirsî, ‘’ezbenî  herî zêde ti kîjan rista xwe hez dikî?’’ go ''ev &... Devamı

12 07 2017

bêndera çandê -103/110

103. wênesaz edgar degas (1834-1917) carinan hin riste lêdikirin û ristine baş jê mane. lê miştexuliya wî ya helbestê ji a wenesaziyê behtir wî westandiye. loma rokê ji dostê xwe mallarme (1842-1898) re gotiye: ‘’karê we (helbest) gelek seyr û tirsnak e. di serê min de gelek fikr hene lê nikarim helbesta ku dixwazim binivîsim.’’ li ser vê yekê mallarme jê re gotiye ‘’helbest bi fikran nayê nayê ava kirin bi peyvan tê lê kirin.’’ belê wekî mallarme jî gotî helbest ne bi fikran tê bes bi peyvan tê lêkirin.     104. kim ki duk (1960-..) ji sînemageran ciwan re temî dike û dibê ''bo ku hun fîlmê xwe bikêşin, hewce nake hun li bendê bin ku perê wê çêbibin û bi sedan kes xebatkar û hevkarên we hebin. îro roj, navgîn û alavên teknolojîk kêşana fîlman hêsantir kirine. ji ber hindê ew dema ku xelkê digo ez behremend im lê derfetên min tune ne bû çîrok û çîrvanok, lewra mirov dikare bi iphone a xwe fîlman bikêşe û barkê ser youtubê û fîlmê xwe bibîne''  *  mirov dikarê bo nivîskarên ciwan jî vê yekê bibêje, îşte rast nîne ku nivîskarekî berendam bibêje min berhemek nivîsandiye lê weşanxane tune ne. weşanxane çap bikin jî, belavkarî pirsgirêk e. kitêb, beyî ku rû û rûçikê refên kitêbfiroşan bibîne di depoyan de dirizê wd. ev dî... Devamı

21 06 2017

bêndera çandê - 96/102

96. ji mêj ve ye ji aliyên barbar û paşverûyan ve, êrîş û destdirêjî li ser kitêban heye. (b.z. 46-47) de sezar 900 hezar kitêbên pirtûkxaneya îskenderiyeyê şewitandin. di sedsala 13. de cengiz han pirtûkxaneya bexdayê şewitand. dêra katolîk di sedsala 15. de gelek pirtûkxaneyên li endulusê ji holê rakirin. naziyan bi hênceta ku dejenere ne li meydana operaya a li berlinê 20.000 kitêb şewitandin. wergera incilê bo elmanî a ku martin luther kiribû ji aliyê papa ve di şomineyê hate şewitandin. dibên papa xwe li ber agirê wê germ kir. sal bûye 2017. kambax be, hê jî bo ku tiştekî xirab neyê serê me dîyên me kîtabên me çal û binax dikin, diqetînin û dişewitînin..   97. spinoza optisyen, d.defoe gore(çêker)firoş, j.conrad têcirê behrevaniyê, g.orwell polîs bû. a.hitler heta bûye serok di beyannameya bacê de pîşeya xwe weke nivîskar destnişan kiriye.. y.kemal şifêrtiya trektorê, katibiya rêncberan jî têde birrek kar kirine.. novelîst h.m. vatman e, romanus k.b. hemamvan e, helbestkar s.v. datlici ye, m.o. xwîner, esnaf û gonul adamî ye.   98.  stephan mallarme (1842-1898) bo ku edgar allan poe (1809-1849) bixwîne hînî ingilizî bûye. paul celan (1920-1970) bi heft zimana dikaribû wergeran bike. ehmedê xanî (1650-1707?) bi 4 zimanan helbest nivisandine. sirf bo ku mirov rainer maria rilke (1875-1926) ji deqa resen, ji zimanê ozgun bixwînê hêjaye mirov hînî elmanî; bo ku hafizê şîrazî ( (791-794/795?)... Devamı

03 06 2017

bêndera çandê -88/95

88. û..   sait faik ji kitêba xwe ya bi navê luzumsuz adam û bi vir ve li hemberî gihîneka ''ve''yê, yanî ''û''yê şerek daye dest pê kirin, heçku sond xwaribe 'û'yê bikar neyîne. di vê yekê de bêguman tesîra nurullah ataç jî heye. ataç heta ji destê wî dihat di nivîsên xwe de gihîneka û yê bikar nedianî. dîsa ji nivîsakaran jî temî dikir ku heta ji dest wan tê ''û''yê bikar neyînin, hetta ji lugata xwe derxînin. ji ber hindê ji 14 çîrokên di kitêba luzumsuz adam de bi tenê di 5'an de ''û'' heye, ew jî bi giştî 7-8 heb, dûbare dikim h-e-f-t h-e-ş-t heb. nav ne lazim min di çîrokek kurmancî de -tev de 2 rûpel- xwendibû, tê de 20-25 heb daçekên şibandinê  mîna/fenanî filan hebûn. di civatekê de min sedema vê yekê ji nivîsakarî pirsî, nivîskar go ji ber çavê min reviyaye, dîsa camêr go ligel ku di kunyeya kitêbê de navê edîtorekî heye jî mixabin li kitêbê tu edîtorî nehatiye kirin..     89. dema ku em kitêbên çapkirî bigirine ber çavan ên ku herî zêde bi kurmancî helbest nivîsîne: cegerxwîn (10 dîwan), fêrîkê usiv (3 cîld), ehmed huseynî berhemên giştî (2 cild) û yê ku herî kêm nivîsandiye o.f.baran e (bi tenê 35 rp.) ... Devamı

20 05 2017

bêndera çandê - 80/87

80. li welêt sêrojên dipdirêj:  dawiya heftiya bihûrî ez seriyekî çûme welêt. li mêrdînê bi inan eroğlu û özgür solmaz re; li midyadê bi eyup çelik re; li heskîfê bi xal û xwarzêyan re; li batmanê bi ednan stêrk û berken bereh re; li amedê tevî suat, aziz, enes, kulîlk, zozan û ezgî tevlî daweta hesen û duygu ildiz bûm. roja dî bi şîraz, îrem, erman, taha, o. f. baran re em rûniştin. li amedê li gorî du sê sal berê hejmara etnîk eteklîyan kêm bû loma kêfa kucuk dayim nazif zêde ne li cî bû. şeva vegerê li kahve deryasiya li ofîsê tevlî hevpeyvîna mehtap ceyran bûm. min li wir selim temo, şahin altuner, lal laleş, hakkı zariç, halide yildirim, lorîn s.dogan, muharrem erbey wd. dîtin. li ser piya me xoşbêşek da hevdû. axirî sê rojên têr û tije bûn. min dil heye bêhtir biçim û bême welêt. 81. heinrich heine (1797-1856) dibê “eyb û fihêt e, ku nivîskarekî nexwestibe hin nivîsên wî -bi taybetî nameyên wî- bêne çapkirin.” * mayakovskî (1893-1930) di nameyên ku ji hezkiriya xwe lili brikê re dişyandin de wê weke pisîkan, xwe jî weke kuçikan xêz dikir. * nazım hikmet (1902-19063) di nameyeke xwe de a ku ji piraye xanim re şandiye dibê “ez sersînga te ya çepê beyî ku biêşînim gez dikim.” * ahmed arif (1927-1991) di namayeke ku ji leyla erbilê re bi rê kiriye de dibê “ez wê şanika te ya piçû&cc... Devamı

02 05 2017

bêndera çandê - 73/79

73. kovara çirûskê cemil meriç: ‘’pirtûk zêde cidî ne, rojname lakayd/bêberpirsyar in lê kovar keleha ramanên azad in.’’ kovara çirûskê ku yek ji kovarên wêjeya kurdî bû li bakur, mixabin hate girtin. ji 2007'an ta niha 30 hejmar derket. gelek nivîskar û şaîrên ciwan cara pêşî di çirûskê de nivîsîn. ez jî yek ji wan kesa me. cara pêşî di 2012'an, dûre 2016 û herî dawî ji di hejmara dawî de xuya bûm. ji ber ku -pir pir biçûk be jî- lêzedekirina min li kovarê bûyê kêfxweş im lê ji aliyê din ve ji ber ku kovar hate giritin li ber ketim, xemgîn im bi rastî. belê, çirûsk hate girtin lê bi hêviya ku çirûska nava me, çirûskê di dilê me venemire û her û her geş bimîne. bo 30 hejmarên têrûtije spasiya cenabê rênas jiyan dikim. oxir be çirûsk.   74. aziz nesin gotibû ‘’ji çaran pêncê me helbestkar in.’’ * evliya çelebî di seyahatname ya xwe de dibê: “li mizgefa mezin a diyarbekirê piştî nimêja înê rasgele yekî hembêz bikin, ew kesê wê hembêz kirî ya nivîskar e, ya jî helbestkar e”   75. arşîva trtê trt’ê ji destpêkê û hema bê heta niha arşîva xwe a 49 salî dijîtalîze kir û bi gel re parve kir. dîmenên gelek balkêş hene. çend qeydên ku min ji bo we hilbijartin ev in: cemal sureya: http://ww... Devamı

10 04 2017

bêndera çandê - 66/72

66.  pessoa û nivîskarekî ciwan tê gotin ku fernando pessoa (1888-1935) ji bilî navê xwe bi navên weke alberto cairo, alvaro campos, ricardo ries û bi gelek navên mustear dinivîsî. ne tenê navên mustear wer wiha bo her navî kurtejiyanek, reng û şêwazek jî afirandibû ku yek netişbeha yê din. antonio tabucchi ev bûyera balkêş kiriye mijara kitêbeke xwe. fernando peesoa'nın son üç günü.   67.rokê bo îmzeyê tevlî roja îmzeya nivîskarekî (em jêre bên a.) bûm, a. kitêba xwe a dawî bo min îmze kir. bo nivîskarekî din ji wê standê ber bi standeke din ve çûm, min dî eynî nivîskar li wê derê ye, wî  jî (em ji wî re jî bên b.) kitêb bo min îmze kir. balkêş e şêwaza herdû nivîskara naşibe hev. ya jê balkêştir jî ew e ku nivîskar a. bi helbestê destpêkiriye, dûre çîrok û niha romana dinivîse. nivîskar b. jî helbestkar e, çiroknûse û herî dawî roman jî nivîsandin e û her dûyan jî xelatên girîng stendine. yanî di giyanekî de du nivîskarên cûda hene. hînbûna vê yekê û naskirin û xwendina her dû nivîskaran cihê kêfxweşî û şanaziyê ye bo min. dûre me ji nêz ve hevdû nas kir, em bi hev re rûniştin, me vexwar. ez hê jî bawer nakim bê çawa tiştekî wisa dibe lê min bi çavê serê xwe dî, bo dîroka edebiyatê bûyereke enteresan û muzzam ... Devamı

03 04 2017

bêndera çandê - 60/65

60. bo destpêkê hunera hevçerx: term û têgeh, çavkanî û çend hunermendên kurd   contemporary art hunera hevçax, güncel sanat. hunera ku piştî salên 60-70yî ango di dawiya demên modern û modernizmê de derketiyê holê. bêhtir li ser mijarên weke xwaza, derûdor, gerdûnîbûn, biyoendazyarî, têkiliyên mirovan û teknolojiyê, aids, pir çandî û wd. re eleqedar dibe. di van xebatan de ji ber ekol an jî uslûbeke hevpar tuneye bi navtêdayîneke giştî weke hunerên hevçerx (çağdaş sanat) hatine bi nav kirin.   bienal çalakiyên berfireh ên ku ji du salan carekê têne li dar xistin. bi gelemperî bo organizasyonên hunerî tête gotin. bienala herî kevin bienala venedikê ye, ji 1895'an ve tê li dar xistin. li tirkiyê jî ji 1987'an û bi bir ve meha îlonê bienalek heye. mekanên bienalê ên sereke salt, modern istanbul, pera muzesi, galata rum ilkokulu û italyan lisesi û wd. ne. mijara bienala herî dawî "tuzlu su /avaşor" bû. ez selîm gulfiraz em bi hev re lê geriyabûn.   trienal çalakî, festival an jî pêşangehên ku sê salan carekê têne li dar xistin. li stenbolê heta niha sê caran hatiye li dar xistin. mijara trienala herî dawî "yurtsuzlaşmak / bêcihûwarbûn" bû. ez û mistoyê heco em bi hevre lê geriyabûn.    galeriya hunerî cih û mekanên ku karûbarên hunerî têne pêşandan. li stenbolê xebatên h... Devamı

26 03 2017

bêndera çandê - 52/59

52. bi raya borges (1899-1986) di tahlîla dawî de wêje otobiyografi ye, lê otobiyografî heta çi radeyê dikare xwediyê xwe nîşan bide? rast e wêje otobiyografî ye lê ji wê otobiyografiyê çiqasî jiyana nivîskar e û her wiha çiqasî afirîneriya kartêker e? pirs a pirs ev e. * ez ne şaş bim sebrî silêvanî gotiye axlebê romanên kurdî otobiyografik in. bo nimûne, nivîskar di xaniyekî yek qat û mustaqîl de mezin bûbe nikare behsa malekê duqat an jî sîteyekê bike!    53. Bi saloxan dibên william faulkner (1897-1962) bo seyrûseferekê çûye japonya. refaqatçiyê japon ê pê re jê re gotiye ''êê êdî tu yê romaneke li ser japonyayê binivîsînê ne wisa?'' e wî jî gotiye ''min hêca emerîka neqedandiye.''    54. dîsa tête gotin nasekî necip fazil kisakurek (1904-1986) çûye mala wî, meyizandiye necip fazil di odeyeke piçûk de li ser masekê daniştiye, ji mase û kursiyekî pê ve ode xalî ye; ne pirtuk, ne pirtukxane û ne jî tiştekî din. camêr şaş û matel maye û ji fazil pirsiye, gotiye "ezbenî li vir hîç pirtûk nîn in. tu qet pirtûkan naxwînê?" wî jî gotiye" a dostê hêja ma qey çêlek şîr vedixwin?!" * nivîskarekî kitêba xwe diyarî mahmut baksî (194-2000) kiriye, sal û zeman bihûrîye, wî nivîskarî baksî dîtiye jê pirsîye &qu... Devamı

19 03 2017

bêndera çandê - 48-51

48. selîm temo, piştî çend kitêbên helbestê bi tirkî nivîsîn, teveccuh dît, hate hez kirin, bi methdayîn û xelatan hate taltîf kirin, di helbestnivîsîna tirkî de ''jubile''ya xwe kir û dev ji nivîsandina helbestên bi tirkî qera. yekemîn dîwana wî ya helbestê a bi kurmancî bi navê ''sê deng'' di 2011'an de çap bûye. piştî bêdengiyeke dirêj, îsal di dawiya 2016'an de, dîwana wî ya duyemîn a helbestên kurdî, ''keştiya bayê'' ji nav weşanên lîsê derket. keştiya bayê, weke hun jî dizanin navê xwe ji beyteke melayê cizîrî distinê:  ‘’şevê zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê / şikestî keştiya bayê ‘ecacê wê şefeq dayê'’ bi saloxan navê kitêbê pêşî ''punga li dora bajêr'' bûye, lê dûre wekî nav di "keştiya bayê" de qerar hatî dayîn. keştiya bayê cara 'ewil di ''hayat tv'' de, di bernameya ''keçi yolu'' de hate xwendin û ji hingî ve ji aliyê gelek helbesthezan ve hate xwendin, ecibandin û parvekirin. keştiya bayê weke sê beşan û helbesteke xweser hatiye terxan kirin. helbesta ku neketiye beşekê mirov dikare weke prologekê bixwîne. çawa pêşrevê temo, melayê cizîrî di beyteke xwe de dibê: ''Ger lu'luê mensûrî ji nezmê tu dixwazî / Wer şi'rên mêlê bîn te bi şîrazî çi hacet... Devamı

11 03 2017

bêndera çandê -39/47

  39. dema catullus (b.z. 84- b.z.54)  bi helbestekê imparator jul sezar (b.z 49- b.z.144) rexne kir, sezar wî dawetî xwarinê kir. mandelstam (1981-1938) di helbesteke xwe de lenîn (1870-1924)  hinekî rexne kir, kete hepsê, di hepsê de mir. ilhan samî çomak (1973) bi tohmet û tawanbariya rêxistinê ev zêdetirî 20 salî tê di girtîgehê de ye ûtê mehkeme krin. çomak, derneket lê 3 berhemên wî yî nû ji yasak meyve yayinlari derketin. bi ya min çomak bixwînin. hun poşman nabin.     40. cemal sureya (1931-1990) ji hevalekî xwe kitêbeke orhan veli xwestiye, hevalê wî gotiye orhan velî (1914-1950) gelek girîng e, gelek nû-bûn anîne edebiyatê. cemal sureya gotiye ez jî weke wî me, ne kêmî wî me yanî. wextekî şiîrnivîsekî, hewce nake navêwî bêjim, gotibû di nava sê salan de ez ê ji kawa nemir (1975) derbas bikim. ne sê sal, ev pênc sal derbas bûn, camêr hê kawa derbas dike hê derbas dike.. birako divê mirov bi xwe re têkeve pêşbaziyê, yanî nacîzane dixwazim bibêjim ku divê mirov li xwe zêde bike, divê mirov xwe derbas bike, ne kesekî/e din.     41. navê rastî ê notre dame'in kamburu notre dame de paris e. lehengê romanê wisa deng da, wisa navdar bû, kir ku roman weke notre dame'in kamburu bê bi nav kirin. di sedsala nozdemîn de ji ber xirbebûna dêra notre dame plansazên bajêr xwestine katedrala notre dame xira bikin lê bi saya serê victor hugo û edebiyatê katedralê dîsa b... Devamı

06 03 2017

bêndera çandê -29/38

29. roger fry (1866-1934): dema ku li bach guhdar dikim weku baweriyê bi xwedê tînim. ez jî dema ku mela dixwînim xwe weke abidekî, weke zahîdekî hîs dikim. lenîn gotiye ez hinekî din li asspassionata a beethoven guhdar bikim ezê nikaribim soreşê pêk bînim. funeral march (marşa cenazeyan) chopin nivisîye lê balkêş e di merasîma cenazeyê mozart de requeim a beethoven hatiye îcra kirin. qenciyekê ji xwe re bikin û li van nemiran guhdar bikin.    30. carekê hevalekî beytar (veterîner) go îşê me ji ê doxtora zortir e. qet nebe însan kêmzêde derdê xwe dibêjin lê ajalên kerrûlal beyî ku derdê xwe bêjin divê tu wan teşhîs û tedawî bikî. rexengirî jî hinekî wek vê meselê ye. dema tu muzîkekê rexne bikî, hewce nake tu besteyekê çêke; dema tu peykerekî rexne bikî, hewce nake tu peykerekî jî çêkê; lê dema mijar nivîs/andin be, divê teqez tu 'nivîs'ekê binivîsînê. lewma rexnegirî karekî gelek zor û zehmet e.   31. lermontov (1814-1841) bi helbesteke li ser mirina puşkîn (1799-1837) a di duelloyekê de nivîsîbû navdar bû. Ji xwe re li vê tesadufa tirşûtehl binerin çar sal bi şûnde ew jî di duelloyekê de mir. dost çiyayî (1972-2003) jî di temenekî ciwan de mir. dostê bêmirad wisa gotiye di helbesteke xwe de: kevjalên xesîs / marên kor û / ji gurên manco xemê naxwim, / ketineke bêwext an / girtineke bêbext e tirsa min..... mirineke... Devamı

26 02 2017

bêndera çandê -17/28

17. şanonûs richard brinsley sheridan (1751-1816)  xwediyê şanoya drury lane'ê bû. dema agir bi şanoyê ketiye ewî çûye li hemberî pupeke şanoyê qedehek şerab vexewariye û di ber xwe de kêlimiye: êê ma qey heqê min tune ku li hember pixêriya (şomine) xwe qedehekê vexwim?’’ 18. john wolfgan von goethe (1749-1832) jana werther di 4 rojan de; dostoyevski (1881-1881) kumarbaz di 16 rojan de; loqman ayebe (1981-..)  jar lê sermest di 2 heftiyan de nivîsîye. we zanîbû? 19. nivîskar a. nivîskar b. bi intihalê(dizî) tawanbar dike. b.dibê min qet a. nexwendiye..brêz b. heke ji brêz a. intihal kiribe şerm e, heke wî ne xwendibe şerma girantir e. birêz a. te b. jî nexwendibe, tu kî dixwîne gelo?vê meselê careke din heqîqeteke tirş û tehl bi bîra me xist, ew jî ev e ku; tu kes tu kesî naxwîne lê her kes dinivîsînê. 20. di ser muzikên ku wolfgan amadeus mozart (1756-1791) çêkirine çend sedsal derbas bûn. piştî hewqas dem û dewran, îro bebek jî ji muzîkên mozart hez dikin. li gelek deran û gelek caran hate îspat kirin ku bebekên guhdariya mozart dikin kêmtir digirin û zûtir dikevine xewa şîrîn. li nexweşxaneyên tendurisitya aqil û ruhî stranên ilhan îrem (1955-..)  dihêne guhdarî kirin. bi saloxan dema ku narqoz peyda nedibû şervanên kurd li ber dengê şivan perwer (1955-..) 'emaliyat dikirin. dengê perwer bi kêmanî wezifeya anesteziyê didît. 21. sîmir rûdan (1981-..) di konsêra xwe a li gîtar caf... Devamı

19 02 2017

bêndera çandê -11/16

11. ger û geşta sahafan yek ji miştexûliya herî girîng a xwendin û nivîsandinê: ger û geşta  sahafan e. berî her tiştî bêjim ku bo ger û geşteke kartêker û surprîzên xweş dema fireh, sebira cemîl û hinekî jî şens û si‘ûd divê. li stenbolê cihê herî navdar ên sahafan ev der in: sahaflar çarşisi, beyazit. aslihan pasaji, taksim. akmar pasaji, kadiköy. dylemi sahaf, fatih kiztaşi. devrim sahaf, samatya.  sahafê seyyar lezgîn kitapçiyan, li deverên cûrbecûr û li ser înternetê mezadan dike. her rojê duşem û înê li dylemî sahafî; û dîsa her rojên şemiyê li gezegen shafî mezada pirtûkan heye. di van mezatan da pirtûkên cûrbecûr û balkêş derdikevin mezadê; kitêbên bi tîpên osmanî, kitêbên kelepîr, kitêbên nadîr û hetta ên biîmze. kesên ku beşdarî mezadan dibin, dizanin çay û qehwe îkram in. bi buhayê kitêbên hatîne stendin -di navbera sedî deh û sedî pazdehan de diguhere- komîsyon tê stendin. şexsen ji ger û geşta sahafan zehf hez dikim û dema wextê min hebe seriyekî li van sahafan didim: dylemî sahaf, kibrit kitabevî û devrim sahaf. her sal li stenbolê (tepebaşi, qeraxa uskudar û tuyap) festîvalên sahafan têne li dar xistin. 12. bo despêkê termên sahafan sahaf: pir jimareya sahifeyê ye. kesên ku kar û barên wan danûstendina destxetan an jî kitêbên matbû/&cce... Devamı

12 02 2017

bêndera çandê- 1/10

1. xwedê berî her tiştî go ''îqra.''  yanî go ''bixwîne'', ne go ta'et bike, ne go bişixûle, ne go binivîse, bes go bixwîne. bixwîne.. gelek caran difikirm ên ku emrê pêşî ên xwedê te'ala nayînine cîh, dê çawa emrê dîtir bînine cih? 2. civaka edebiyatê civakeke kêmjimar e, lê kêmjimareke bêserûbêninî ye. cihê kêfxweşî û şanaziyêye ku ez jî weke xwendevanekî be jî daxilî vê kêmjimariya bedew û bêdawî me. 3. bela ku tu dixwînî gelek caran ji derûdorê werê tu dîn î an tu yê bi xwendinê dîn bibî. helbûkî divê ev muamele bo ên ku naxwînen re bê kirin. ne wilo? 4. heta ku ez sax bim, ez ê bixwînim. dixwînim da ku bijîm, dijîm da ku bixwînim. dixwînim da ku tuxmê kîn û hesedê li deşta dilê min hêşin nebe. dixwînim da ku qorziyên tarî ên kolanên ruhê xwe ronî bikim. dixwînim da ku ez kêliyên jiyanê ên vala tije bikim. dixwînim da ku xwe nas bikim. bi qewlî aristoteles ve, li ba hemû mirovan de bi awayekî xwezayî xwesteka zanînê heye. yanî daxwaziya min a xwendin û zanînê arezûyeke xwezayî û takekesî ye. 5. hesenê metê: ''xwendin û nivîsandina bavê min tune bû... di dema wan de dunya ne gilover bû, di dema wan de dunya li dora xwe ne dizivirî.. lê dîsa jî bextiyar bûn!'' îro ro, em... Devamı